Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê ‘Belgeya Paqijiyê’ wergirt

Şaredariya Bajarê Mezin, ji destê Midûrtiya Bajarê Diyarbekirê ya Wezareta Jîngeh û Bajarsaziyê ‘Belgeya Paqijiyê’ wergirt, ev belge bi mebesta gend û bermayî ji hev tên vavartin û bo debarê tê veguherandin, tê dayîn.

Li seranserê welêt bi serperiştiya Emîne Erdogan a Hevjîna Serokomar Recep Tayyip Erdogan xebata ‘Paqijiyê’ hatiye destpêkirin û Şaredariya Bajarê Mezin jî, ji ber vê xebata xwe hêjayî belgeya paqijiyê hate dîtin.

Li gorî rêziknameya di tîrmeha 2019’ê de hate weşandin; hemû rêveberiyên xwecihî, dam û dezgehên cemaweriyê berpirsyar in divê ‘Belgeya Paqijiyê’ werbigirin. Şaredariya Bajarê Mezin jî wek pêngava ewil rêziknameya paqijiyê di avahiya şaredariyê de xist meriyete. Li her tebeqeya avahiya xizmetê, du kumbarayên gilêşdankê hatin bicihkirin. Ev destegilêşdank ji çar selikan pêk tên; selika kaxiz-kartonan, ya plastîkan, ya hesinan, ya caman û ya gilêşên navmalê.

Şaredariya Bajarê Mezin, vê pêkanîna bicihkirina selikên gilêşan li seranserê bajêr dimeşîne, ji ber ku ev xebata xwe bi serkeftî pêk tine, hêjayî belgeya paqijiyê hate dîtin û belge ji aliyê Midûrtiya Jîngeh û Bajarsaziyê ve wergirt.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan