Şaredarîyê bo xwendekaran jest kir
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Dezgeha Dagirtinê ya Dogalgazê ya bi ser Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin kir û spasiya şofêran kir.
Rêzdar Guzeloglu rewşa komsiwarên li dezgehê seh kir û gel şofêrên otobûsan sohbet kir. Guzeloglu diyar kir ku xizmetên veguhastinê yekser bandorê li gel dike û ji ber keda wan spasiya şofêran kir.
Walî Guzeloglu bal kişand ku 9ê îlonê roja duşemê ji ber ku roja ewil a sala perwerdeya 2019-2020ê ye, ji saet 06.00a sibê heta 18.00a êvarê otobûsên şaredariyê dê bêpere bin.
Walî Guzeloglu sala perwerde û hîndekariyê li civata perwerdeyê pîroz kir û got ku ew wek şaredarî dixwazin di vê hengemayê de vê rojê bi xwendekar û malbatên wan re bin.
Walî Guzeloglu bi bîr xist ku di van 5 mehên dawîn de şaredariyê di xizmetguzariya veguhastinê kêmasî kirine û got ku çawa hatine ser kar kartên bo astengdar, malbatên şehîd û gazîyan ji nû ve aktîve kirine. Guzeloglu ji şofêran xwest ku eleqeyeka germ nîşanî astengdar û xizmên şehîd û gaziyan bidin.
Walî Guzeloglu aşkere kir ku ji ber kêmbûna kadroyan 50 otobûs betal in, ew ê hewl bidin demeke nêzik wan bixin ber xizmetê.
