Şaredariyê civîna meclîsê pêk anî
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi serokatiya Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli civîna xwe ya ewil li dar xist.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi serokatiya Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli civîna xwe ya ewil pêk anî. Piştî vekirin û pirsnavkirinê, Mizrakli diyar kir ku cihê kêfxweşiyê ye ku meclisa me ya nû piranî ji ciwanan pêk tê û daxwaza serkeftinê ji endamên meclisê kir.
Mizrakli, bal kişand ser hilbijartinê û got ku ev hilbijartin di atmosfereke cihê de pêk hatiye. Mizrakli weha got, “Gava ku em bi çavê Diyarbekirê li hilbijartinên xwecihî dinêrin rewşeke fihêt pêk hat. Bi taybetî bi marîfeta YSKyê rewşa ku derkete pêş, nayê qebûlkirin. Wijdan qebûl nake, ya rastî hiqûq dibêje ku xeta rast ev nîn e. Bi derbeya YSKyê rewşa Baglarê derket holê.” Mizrakli da zanîn ku ligel hemû neyîniyan ew ê pêdiviyên bajêr destnîşan bikin û xebatên ku civakê datîne pêş bimeşînin û Mizrakli got ku heyama qeyûm ji aliyê çi kesî nehate pejirandin.
Mizrakli: Biryarên der barê bajêr bi pirdengîyê wergirin
Mizrakli der barê prensîbên meclisa nû da agahî dan û axaftina xwe weha domand: “Divê em karektera pirdengî ya meclisan wek zengînî bibînin û li ser vê zengîniyê çanda pêkvexebatê bi pêş bixin. Divê polîtîkaya me ne ev be; yê ji partîyê û yê ne ji partiyê. Divê em tevahiya bajêr yek bibînin. Em meclisa şaredariyê ne. Em di rêveberiya meclisê de ne. Biryarên em li vê derê didin, biryarên teqez nîn in. Divê konseya bajêr dîsa aktîf bibe. Hemû saziyên civaka sîvîl, muxtar û rêxistinên civaka sîvîl, odeyên pîşeyî û yekitiyên pîşeyî di nav xebatan de cih bigirin. Nêrîn, pêşniyaz û ramanên wan giring in. Piştî nêrîna wan bigirin em ê biryaran bidin û wan pratîze bikin. Dergûşa demokrasiyê rêveberiyên xwecihî ne. Yanî her kesê li vî bajarî dijî beşek ji vê meclisa me ye û divê bi awayekî di nav biryar û pêkanînên me de cihê xwe bigire. Di serî de konseya bajêr divê pêkhateyên bajêr bên xurtkirin.”
Mizrakli: Em ê daxwaz û hêviyên gel bidin ber çavan
Mizrakli bal kişand ku her bajarî pêgehên xwe yên pêşketin, guherîn û veguherînê hene û weha got, “Heke vê derê Balikkesîr bûya dê cudatir bûya, heke Rîze bûya dê hê cudatir bûya. Vê derê Amed e, çawa ku bû Amed û pê de êdî ji cigrafyaya Amedê bigire heta xwezaya mirovên wê dê pêgehên cuda yên guherînê jê re hebin. Yanî tişta li vê derê rêveberiya xwecihî dide pêş, ne tenê xebatên binesazî, seresazî, şaredartiya şantîyeyê, şaredartiya civakî, şaredartiya tevlêker, şaredartiya demokrastîk nîn e ku mirov di têgînan de bifetisîne. Berevajiyê divê demokrasiyê bi reh û koka xwe baş pêk bînin û daxwaz û hêviyên mirovan bidin ber çavan.”
Mizrakli: Ev bajarê bîr û evînê ye
Mizrakli aşkere kir ku meclisa nû ciwan e, ji hemû komên etnîkî li xwe digire û got ku meclisa nû şaredariyê bîra Amedê di nava xwe de radigire. Mizrakli diyar kir ku divê ev bajêr wek bajarê bîr û evînê bête binavkirin û got ku evîna wan Amed e, ew ê bi vê evînê daxwazên li vî bajarî ketine ser hev bînin cih. Mizrakli bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftina Mizrakli endamên Meclisê axaftin hilda û pêşniyazên xwe kirin. Civîna ewil a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hilbijartina Cîgirê 1 û Cîgirê 2 yên Serok, Nivîserê Meclisê û Endamên Yêdek bi dawî hat.
