Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê dest bi paqijiya dêre û mizgeftan kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dêre û mizgeftên bajêr dest bi paqijiyê kir, mebest jê ew e ku xelkê bajêr îbadetê xwe li şûnewarên pak û paqij bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê zend û bendên xwe badan û li dêre û mizgeftan dest bi karûbarê paqijkirinê kir. Ev karê paqijiyê, 48 mizgeft, 2 dêre û cemxaneyekê li xwe digire û di encamê de dê destav, destşo, hewş, derî û pencere, mehfûr û pêlavdankên van mabedan ji sertapê bê şûştin û veşûştin. Ekîbeka 10 kesî ya bi ser Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ve dê bi vî karî rabe û mabed dê piştre bi gulavê bêne dezenfektekirin. Xebata paqijiyê piştî Cejna Qurbanê jî dê dewam bike.

Serokê Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê Ramazan Savaş der barê mijarê de daxuyand ku mebest ji vê yekê ew e ku welatî bi awayekî rehet, îbadetê xwe li mabedên xwe pêk bînin.

Li Mizgefta Mexzin, Hecî Remezan Dadaş der barê paqijiyê de axivî û got, “Mizgeft mala Xweda ye. Paqijî ji îmanê ye. Ji ber karê we îbadet e. Hûn karekî gelekî mezin dikin. Xwedê ji we razî be. Dîn û îmana me ser paqijiyê ye. Şaredariya me, bi şev daran av dide, rêyan paqij dike, ev paqijî riknê dînê me ye. Em gelek bi van xizmetan kêfxweş dibin.”

Her weha Mela Mehmûdê Farê jî weha got, “Pêxemberê Xweda, mizgeft ji bo nimêjê kiriye. Cihê îbadetê ye. Pêxemberê Xwedê jî dibêje, mizgeftên xwe paqij bigirin. Dibêje, Xweda teala paqij e û ji paqijiyê hez dike.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan