Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê destekeke mezin da klûbên amator

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya projeya “Kelûpel temam Spor dewam” de ji bo tîmên sporê yên amator bi qasî 62 hezar û 946 kelûpel alîkarî kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 5-11ê Kewçêrê Hefteya Spora Amator de bi slogana “kelûpek temam Spor dewam” li bajarê Diyarbekirê ji bo 201 klûbên werzîşê yên amator ên di 24 branşên cuda de, bi qasî 62 hezar û 946 kelûpelên sporê danê. Ev kelûpel ji aliyê Serolatiya Daîreya Spor û Ciwanan ve hate dabînkirin; kelûpel ji forma, bedlê eşofmanan, pêlavê sporê û kramponan, çente û lepikan pê tê. Ev kelûpel li Kompleksa Sporê ya Talaytepe ya li Peyasê radestî rayedarên klûban hate kirin.

Di merasîma radestkirina kelûpelan de Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Parlamenter Ebubekir Bal, Midûrê Giştî yê Xizmetên Sporê Mehmet Baykan, Cîgirê Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Ali Duşmez, Serokê Federasyona Avjeniyê Erkan Yalçin, Serokê Federasyona Jîmnastîkê Suat Çelen, Serokê Federasyona Guraşê Musa Aydin, Serokê Federasyona Atletîzmê Fetih Çiftimar û giregirên bajêr di merasîmê de amade bûn.

Piştî merasîmê bi beşdariya Walî û giregirên navhatî, kelûpelên sporê li klûbên amator hate belavkirin û piştgiriya geşkirina sporê li bajêr hate tekezkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan