Şaredarîyê di cejnê de pîr û kal ji bîr nekirin
Mala Dilbêrên Mezin a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê, serdana pîr û kalên bêkes û bê xwedan û xizan dike û pakêta diyariyê dide wan.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê, pîr û kalen destteng û bê xwey û xwedan tespit dike, diçe mêvaniya wan û pakêta diyariyê dide wan. Paket li Mala Dilbêrên Mezin a li Sumerparkê tên amadekirin, di pakêtan de pêdiviyên cejnê bo pîr û kalan hene. Şaredarî van pakêtan dibe bi destê xwe dide pîr û kalan. Pakêt nava hefteyê tên belavkirin û roja înîyê bi dawî dibe.
Pîr û kalên bê xwey û xwedan ji ber vê destgirtina Şaredariya Bajarê Mezin kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya rayedaran kirin.
