Şaredarîyê lez da xebatên dermankirinê
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mbesta parastina tenduristiya gel û rêlibergirtina nexweşiyên vegir li navenda bajêr û hemû navçeyan, kare dermankirinê dijî vektor, kêz û mêşên bi zirar dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, lez da xebatên xwe yê reşandina dermanê dijî kêz û mêşên bi zirar ku zirara wan ji tenduristiya mirovan re heye. Şaredarî hewl dide popûlasyon û berbelavbûna kelmêş, mêş, qijnik, dûpişk û kêzikên jehrî bigire bin kontrolê dermanî li deverên kavil û pag direşîne. Çimkî ji van vektoran nexweşiyên mîna ta, tîfo, kolera, dîzanterî, taya zer, leishmaniasis (rîş) peyda dibin, şênî pê jehrî dibin.
Ekîb, ji bo rê li ber berbelavbûna nexweşiyên vegir bigire dermanên bi ruxseda Wezareta Tenduristiyê û li gorî standartên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê bi kar tîne, her kun û goşeya ku dibe nexweşî lê belav bibe derman lê dike.
