Şaredariyê li navçeyan 664 dar daçikandin
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bi dehl û şînkirina navçeyan de li navçeya Çermûgê 247, li Pîranê 180, li Farqînê 170 û li Çungûşê 67 binên daran çandin.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan bi hatina biharê re lez da xebatên xwe û ligel navenda bajêr, li navçeyan jî dest pê kir ji cur û celebên cihê cihê şitlên daran daçikandin.
Li 4 navçeyan xebatên daçikandina daran hatin destpêkirin û heta niha 664 binên daran hatin danîn û dar û şitlên ku berê hatibûn danîn û ji ber hin pirsgirêkan zirar gihîştibûyê jî hatin tekûzkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta dîmeneke xweşik bide bajêr dê xebata xwe ya çandina kulîlk û daran li refûj, park û seyrangehên bajêr bidomîne.
