Şaredariyê li Otogarê pirtûkxane saz kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli çawa 31ê adara 2019ê hate hilbijartin, ji bo pîrozbahiyê şûna kulîlkan pirtûk qebûl kirin û ji beşek van pirtûkan pirtûkxaneyek li Otogara Mezin a Amedê hate damezrandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser banga Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli, bi pirtûkên bo pîrozbahîyê diyarî Şaredariyê hatine kirin, li DÎŞTÎyê (Otogara Mezin a Amedê) pirtûkxaneyek ava kir. Piranî pirtûkên der barê geşt û guzarê de li vê pirtûkxaneyê hatin bicihkirin, Hevşaredar Mizrakli pirtûk diyarî esnaf û rêwiyan kirin.
Ji bo pirtûkxaneyên qutîyên darîn li Atolyeya Şaredariya Bajarê Mezin hatin amadekirin, hevşaredar Mizrakli pirtûk danîn nav van qutîyan. Mizrakli, bi esnaf û rêwiyan re hevdîtinek kir û der barê pirtûkxaneyê de ew agahdar kirin. Nizamettin Kurt û Salih Aydin li ser banga şaredariyê 200 pirtûk berhev kiribûn, ew jî di vê kampanyayê de amade bûn. Mizrakli spasiya van herdu pirtûkhezan kir û bo piştgiriya wan spasiya her kesê tê de keda wan heye, kir.
