Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê pîrûkal û zarok anîn ba hev

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameya “Fêrbûna Nava Nifşan” de xwendekarên pêşdibistanê birin serdana pîrûkalan.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bernameya “Fêrbûna Nava Nifşan” li dar xist û xwendekarên pêşdibistanê yên Koleja Okyanûsê birin serdana pîrûkalan. Hevdîtina zarok û pîrûkalan, li Beşa Pîrûkalan a Sumerparkê hate pêkanîn û bi hev re taştêya xwe kirin. Piştî taştê zarokan bi pîrûkalan re sohbet kir. Pîrûkalan jî bi dilekî xweş bersiva zarokan da û hevdîtina wan gelek bi xweşî derbas bû. Di hevdîtinê de ligel zarokan perwerdekarên wan jî amade bûn.

Piştî serdana pîrûkalan, zarokan serdana kursên hunerî yên şaredariyê da û li vê derê, der barê kursan û naveroka wan de perwerdekaran agahî dan wan. Zarok, li hin atolyeyan geriyan, beşdarî xebatên kursiyeran bûn, ketin kursa muzîkê û bi kursiyeran re stran gotin. Zarokan, der barê xebatên civakî û hunerî yên Şaredariya Bajarê Mezin de têr agahî hildan û rojeke bi xweşî û şad derbas kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan