Şaredariyê sehbêrîya marketan kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kontrolkirina zêdekirina buhayê kelûpelan kontrolek li ser market û supermarketên bajêr pêk anî.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin malên pêbawer ji xwe re bistînin û rê li ber zêdekirina buhayê wan bigire xebatên xwe dimeşîne.
Di çarçoveya Giştînameya ku Wezareta Bazirganiyê der barê buhayê kelûpelan de weşandî û ji bo rê li ber zêdekirina buhayê wan bête girtin, ekîbên Zabiteya Şaredariyê û Gerînendetiya Bazirganiya Bajêr, marketên ku bi karê firotina rûn, hêk, selçe, beqliyat, meqerne, pênîr, zeytûn, şekir, çay û hwd radibin hatin sehkirin ka buhayê wan û marjên kara wan çi ye.
Ekîban seh kir ka buhayê etîketên refik û qaseyê hevdu digire an na û firoşkarên ku di vî warî de ketine kêmasiyê jî hatin hişyarkirin.
Di sehbêriyê de her weha lewheya bacê, kunye û rêgezên paqijiyê jî hatin kontrolkirin.
Li welatiyan hişyarî hate kirin, ku rastî buhayê giran hatin dikarin giliyê xwe li xeta ALO 153 û ALO 175’ê bikin.
