Şaredarîyê şorbenîsk da pîrûkalan
Şaredariya Bajarê Mezin, xizmeteka dî li xizmetên bo pîrûkalan zêde kir. Ekîbên bi ser Yekeya Pîrûkalan a Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî, danê sibê şorbenîska germ dikeline û dibe malên pîrûkalên hewceyî bi alîkariyê û dide wan.
Yekeya Pîrûkalan a Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pîrûkalên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, xizmetên xwe didomîne. Yekeya Pîrûkalan, bi vê mebestê di taştê de şorbenîskê îkramî pîrûkalan dike. Şorbenîsk di xwaringeha Şaredariyê tên amadekirin û ji aliyê ekîbên Yekeya Pîrûkalan ve bo malên wan tê guhastinê.
Xizmeta venêrtina li malê didome
Yekeya Pîrûkalan a Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pîr û kalên bi serê xwe ne, pêdiviya wan bi alîkariyê heye, xebatên xwe didomîne. Yekeya Pîrûkalan xizmeta hevalbendiyê b ovan pîr û kalan dike. Pîr û kalên nexweş xizmetên tendıuristiyê bo wan dike, wan dibe nexweşxaneyan.
