Şaredarîyê xebata kezaxtina daran pêk anî
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dar bi awayekî xweşik bibişkivin û li ber bager û barînan ti zirarê nebînin, têlên ceyranê pê nekevin, li seranserê bajêr xebata kezaxtina daran da destpêkirin.
Serokatîya Daîreya Şîngeh, Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr xebata kezaxtina daran da destpêkirin. Mebesta kezaxtina daran da ku zivistanê li ber berf û bagerê dar neşikên, da ku dar xweşik bikemilin û şaxên daran li têlên ceyranê neqelibin, destpêka kezaxtinê li Bulvara Dîclekentê ya navçeya Peyasê pêk hat.
Şaxên dibin sebeba qutbûna ceyranê hatin kezaxtin
Serokatîya Daîreya Şîngeh, Park û Baxçeyan, daxuyand ku li Bulvara Diclekentê ji ber tak û şaxên dirêj ên daran gelek caran ceyran qut bûye, lewre jî daxwaza kezaxtina van şaxan hatiye kirin. Ligel ekîbên Dicle Elektrik A.Ş’ê der barê giliyan de lêkolîn hatiye kirin û paşê kezaxtinê dest pê kiriye.
Êzingan dê bidin kesên hewcedar
Piştî ku ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, dar û baran li refûjan kexaztin dê êzingan bidin kesên hewcedar. Ekîbên şaredariyê aşkere kir ku ev karê kezaxtinê ligel navenda bajêr dê li navçeyan jî bêt kirin.
Heke daxwaz hebe, ekîbên kezaxtinê yên şaredariyê dê dar û beren li baxçeyên dam û dezgehan bikezêxin.
