Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Sê mehan hezar malbatî ji cilşoxaneyan sûd wergirt

Serokatîya Daîreya Karûbarên Jin û Malbatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sê mehan de li cilşoxaneyên li Navenda Jiyanê ya Jinan a Benûsen û Yenîkoyê xizmeta kincşûştinê da hezar û 29 malbatan.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Jin û Malbatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sê mehan de li cilşoxaneyên li Navenda Jiyanê ya Jinan a Benûsen û Yenîkoyê xizmeta kincşûştinê da hezar û 29 malbatan. Di Cilşoxaneya li Meydana Şêx Saîd jî cilên 25 xwendekaran hatin şûştin û ûtîkirinê.

Jinan kêfxweşiya xwe bi vê xizmetê anîn ziman û got, “Em kincên xwe tînin datînin vê derê. Ew dişon û didin me. Li malê makîneya me ya kincşûştinê tuneye. Her tiştî ew razî dikin. Deterjan û heqê av û elektrîkê ji kîsê wan e. Em ji vê xizmetê memnûn in. Xwedê ji wan razî be.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan