Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo xwarina pak ji 5 hezar kesî re perwerdeya ser kar

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî bigihêjin berhemên xurekên bi tendurist, di mehên dawî de 2 hezar û 500 cihên kar kontrol kirin û li ser kar perwerdeya kar da 5 hezar kesî. Tîmên Kontrolkirina Xwarinê yên girêdayî Serokatiya Karên Tenduristiyê bi perwerdehiya li ser kar hişyariya karme

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî bigihêjin berhemên xurekên bi tendurist, di mehên dawî de 2 hezar û 500 cihên kar kontrol kirin û li ser kar perwerdeya kar da 5 hezar kesî.

Tîmên Kontrolkirina Xwarinê yên girêdayî Serokatiya Karên Tenduristiyê bi perwerdehiya li ser kar hişyariya karmendên sektora taybet bilind dike. Tîm li cihên ku rasterast tenduristiya gel eleqedar dikin, wek xwaringeh, kafe, luqente, pastexane û kargehan, kontrolên xwarinê didomînin.

Di çarçoveya xebatên ku ji bo agahdarkirina xebatkaran hatin kirin de ekîban di mehên dawî de li 2 hezar û 500 ciyên kar kontrol kirin û bi qasî 5 hezar xebatkarên sektora taybet perwerdehiya ser kar danê.

Kontrol dê dewam bikin

Her wiha di kontrolan de berhemên ku tenduristiya gel tehdîd dikirin hatin desteserkirin û îmhakirin. Ji bo parastina tenduristiya gel dê teftêş dewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan