Sempozyuma çandinîyê tê lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komela Ekolojiyê, Jûra Endezyarên Ziraetê, Koperatîfa Pêşxistin û Lêkolînên Zanistî ya Jin Xweza û Kedê bi hev re di 15-16ê hezîranê de Sempozyuma Çandinîyê li dar dixin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komela Ekolojiyê, Jûra Endezyarên Ziraetê, Koperatîfa Pêşxistin û Lêkolînên Zanistî ya Jin Xweza û Kedê bi hev re sempozyumekê li dar dixin. Sempozyum 2 rojan dewam dike û tê de dê pirsgirêkên çandinî û sewalkariyê bêne nirxandin. Cihê sempozyumê Navenda Çandê û Kongreyan e û sempozyum roja 15ê hezîranê saet 10.00ê dest pê dike.
Di sempozyumê de gelek pispor dê der barê mijara çandinî û sewalkariyê de axaftinan bikin û rênimayan pêşkêşî beşdaran bikin.
Sempozyum 16ê hezîranê bi geren teknîkî bo Baxçeyên Hewselê, Dezgeha Parzinandina Avê ya DÎSKÎyê û Cihê Berhemhênanê ya Komîsyona Tov û Xwerekî ya Komela Ekolojiyê bi dawî bibe.
