Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran mazûvaniya heyeta GGCyê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Felat Bozarslan û endamên desteya rêveber qebûl kirin. Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) Felat Bozarslan û endamên desteya rêveber, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Felat Bozarslan û endamên desteya rêveber qebûl kirin.

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) Felat Bozarslan û endamên desteya rêveber, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Di serdanê de li ser azadiya çapemeniyê, piştgiriya medyaya herêmî, mafên civakî yên rojnamegeran, avakirina Muzeya Çapemeniyê ya Amedê û pirsgirêkên bajêr bi taybetî jî der barê kêşeya çûnûhatinê de, nêrîn hatin parvekirin.

Di hevdîtinê de Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman, bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û gotin ku ew weke şaredarî dê piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî bidomînin.

Heyeta GGCyê ji Hevşaredaran re di peywira xwe de serkeftin xwest.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan