Serkeftiyên YKS’ê hatin xelatkirin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, 12 xwendekarên li Amedê di ezmûna YSKê de pileyek bilind bi dest xistin, bi kompûtera ser çongan xelat kirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, 12 xwendekarên li Amedê di ezmûna YSKê de pileyek bilind bi dest xistin, bi kompûtera ser çongan xelat kirin. Bernameya xelatkirinê li Salona Resepsiyonê ya li Sumerparkê pêk hat, ligel Mizrakli endamên meclisa şaredariyê, xwendekar û malbatên wan tê de amade bûn. Mizrakli, ji ber serkeftina wan destxweşiya xwendekar û malbatên wan kir.
Berî xelatan belav bikin, Mizrakli axaftinek kir û bal kişand ku bi vê serkeftina xwendekaran bajarê Amedê jî îro kêfxweştir bûye. Mizrakli bi bîr xist ku eger li bajarekî ciwan bo siberojê xweşbîn bin û hêviyên xwe bilind bikin, siberoja wî bajarî dê ronaktir û geştir be.
