Serokê TKDPê serdana Mizrakli kir
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (TKDP) Sertaç Bucak, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.
Serokê Giştî yê TKDPê Sertaç Bucak, ligel endamên partiya xwe serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir. Mizrakli li ber derî pêşwaziya mêvanên xwe kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman. Mizrakli, maweyekê rûbirû bi mêvanên xwe re rûnişt û der barê tifaqa navmala kurdan de xweşhaliya xwe anîn ziman.
