Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hejmara qurbaniyên şewata li Amedê bû 8

Di şewata ku navbera navçeyên Çinar û Şemrexa Mêrdînê derket de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 8an. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn peyama sersaxiyê weşand û ji malbatan re sersaxî xwestin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Di şewata ku duh danê êvarê di navbera navçe

Di şewata ku navbera navçeyên Çinar û Şemrexa Mêrdînê derket de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 8an. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn peyama sersaxiyê weşand û ji malbatan re sersaxî xwestin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Di şewata ku duh danê êvarê di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de derketiye û qadeke 66 kîlometroyî şewitî, hejmara miriyan zêde dibe. Gelek welatiyên di şewatê de birîndar bûne li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tên dermankirin.

Navê welatiyên me yên li Amedê jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Ubeydullah Buğdayci, Abdurrahman Buğdayci, İsmail Yardımcı, Remzi Yilmaz, Mazhar Demir, Sînan Deviren, Azad Yilmaz û Taliha Demir.

Hevserokan peyama sersaxiyê weşand

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn ji bo welatiyên jiyana xwe ji dest dane, peyama sersaxiyê weşand.

Hevserokan di peyama xwe de ev tişt gotin:

“Em êşa xwe parve dikin.

Ji welatiyên me yên ku di encama şewata li herêmeke berfireh a di navbera Çinar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji birîndaran re jî şifaya xêrê û ji kesên ku li dû wan mane jî sebrê dixwazin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan