Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Fêrgehên Sporê yên Havînê dest pê dikin

Fêrgehên Sporê yên Havînê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo hemû zarokên di navbera 7-14 salî de li 8 şaxan bêpere tên lidarxistin, dest pê dikin. Kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ve tên plankirin, ji bo ku fêrbûna werzîşê bidin zarokan û di mehên havî

Fêrgehên Sporê yên Havînê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo hemû zarokên di navbera 7-14 salî de li 8 şaxan bêpere tên lidarxistin, dest pê dikin.

Kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ve tên plankirin, ji bo ku fêrbûna werzîşê bidin zarokan û di mehên havînê de zarok karibin bi awayekî berhemdar dema xwe derbas bikin dê 1ê Tîrmehê roja Duşemê dest pê bikin û 13ê Îlonê roja Înê bi dawî bibin.

Kurtek, tîşort, şapik û malzemeyên şaxên têkildar wê li hemû zarokên ku li fêrgehên werzîşê yên havînê qeydkirî ne, bêpere bên belavkirin.

Cih û şaxên ku dê kurs bên lidarxistin wiha ne:

Şaxên kursên werzîşê yên havînê

* Futbol

* Basketbol

* Volleybol

* Tenîsa maseyê

* Tenîsa Kortalê

* Kick box

* Jîmnastîk

* Spora destê sibê

* Lîstikên Aqil û Şiyanmendîyê

Cihên ku dê kursên werzîşê yên havînê bên lidarxistin

* Kompleksa Sporê ya Talaytepeyê

* Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê

* Çîm Sehaya Yenîyola Baxlarê

* Çîm Sehaya Seyrantepeyê

* Tenîsa Kortalê ya Park Ormanê

* Sehaya Basketbolê ya Park Ormanê

* Sporên Destê Sibê yên Parka Ormanê

* Sporê Destê Sibê yên Meydana Bajêr

* Tema Park Spora Destê Sibê

* 75 Kortên Sergirtî

* 75 Park Spora Destê Sibê

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan