Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Fêrgehên Spora Havînê bi beşdariya 2 hezar û 750 zarokan dest pê kir

Fêrgehên Sporê yên Havînê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo di betlaneya havînê de zarokan bi werzîşê bidin naskirin û ji bo pêşketina wan a bedenî, civakî û derûnî were lidarxistin, bi beşdariya 2 hezar û 750 zarokan li 8 şaxan dest pê kir. Fêrgehên Sporê yên Havînê ku ji ali

Fêrgehên Sporê yên Havînê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo di betlaneya havînê de zarokan bi werzîşê bidin naskirin û ji bo pêşketina wan a bedenî, civakî û derûnî were lidarxistin, bi beşdariya 2 hezar û 750 zarokan li 8 şaxan dest pê kir.

Fêrgehên Sporê yên Havînê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Werzîşê û Ciwanan ve bi mebesta bicîkirina adetên werzîşê di nav zarokan de û bihêlin ku di mehên havînê de dema xwe bi berhemdar derbas bikin, plana wan tê kirin, bi kursên ku 2 hezar û 750 zarokên di navbera 7-14 salî de beşdar dibin dest pê kir. Kurs dê heta 13ê Îlonê dewam bikin.

Di çalakiyên ku li 11 tesîs û navendên cuda yên werzîşê tên lidarxistin de ji xwendekarên beşdarî kursên melevaniyê bûn re bone û berçavkên melevaniyê wek diyarî hatin dayîn, ji bo beşdarên şaxên din jî desteka alavên werzîşê hate kirin.

Zarokên ku di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de îmkana werzîşê û kêfê heye, wextê bi kalîte derbas dikin û ji aliyê bedenî û derûnî ve wek kesên saxlemtir mezin dibin.

Kurs di 8 şaxên cuda de tên dayîn, tê de perwerde û çalakîyên cur bi cur hene, zarok îmkana civakîbûnê bi dest dixin.

Ev fêrgeh; Futbol, Basketbol, Voleybol, Tenîsa Masê, Tenîsa Kortê, Kick-boks, Jimnastîk, Sporên Serê Sibê û Lîstikên Hişî li xwe digire.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan