Stadyûma Gêlê dikeve ber xizmetê
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi merasîmekê dê Stada Gêlê bixe ber xizmeta ciwanan.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanên Diyarbekirî, di qada sportî, çandî û civakî de qadên taybet çêdike û ev xebat berhemên xwe didin.
21’ê Kewçêra 2020’ê di navbera Serokatiya Saziya Spor Toto ya bi ser Wezareta Ciwanan û Sporê û Şaredariya Bajarê Mezin de girêbestek ji bo li Gêlê û Karazê stad, li Çungûşê jî qada semtê bêne çêkirin, hate îmzekirin. Niha pêngavên vê girêbestê tên bicihanîn.
Stada Gêlê di çarçoveya vê girêbestê de, li ser 10 hezar kîlometir erdê hate çêkirin
Di stada navçeyê de sehaya çîmê sentetik yê bi pîverên 98x68 metre heye, trîbûneka kapasîteya wê 544 kes, jûrên xwe şelandinê, wc û kafeterya hene.
Bi maça protokolê stad tê vekirin
Vekirina Stada Gêlê, bi maça futbolê ya ku Walî Karaloglu û giregirên bajêr tê de bileyîzin, tê kirin.
Piştî maçê performansa bandoyê û konser tên lidarxistin. Di konseran de Leyla Arslan, Nurcihan Yılmaz û Ali Aktaş stranên xwe ji şêniyên Gêlê re pêşkêş bikin.
Kar û barê çêkirina stada Karazê û seheya Çungûşê k udi girêbesta navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Serokatiya Saziya Spor Toto de biryar li ser heye, berdewam e.
