Tanrikulu serdana Mizrakli kir
Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu ligel Serokê CHPya Amedê Mehmet Sayin, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ligel Serokê CHPya Amedê Mehmet Sayin, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û daxwaza serkeftinê lê kir. Mizrakli, mêvanên xwe li ber deriyê protokolê pêşwazî kir û ji ber serdanê û hevgirtinê spasiya xwe pêşkêş kir.
Tanrikulu, diyar kir ku di şexsê Mizrakli de Şaredariya Bajarê Mezin dîsa radestî gel hatiye kirin, kêfxweşiya xwe bi vê yekê derbirî û got, “Sosretek bi navê Qayum îcad kirin. Ev rewşeka derveyî qanûnê bû. Di encamê de piştî 2 salan ev raye di şexsê we de radestî gel hate kirin. Ev cihê kêfxweşiyê ye.”
Mizrakli jî di axaftina xwe de bal kişand ku li her dera cîhanê hêza rêveberiyên xwecihî tê xurtkirin lê li vî welatî van salên dawîn berevajî diqewime û weha got: “Ev ne bes bû, îja qayûm damezrandin. Bi taybetî awayê qayûmtiya vê derê di rastiya qayûmtiyê de tuneye.” Mizrakli aşkere kir ku damezrandina qayûman li ser bingeh û îdiayên pûç û vala pêk hat û got ku hevalên wan ên berê bi darizandineka siyasî ji wezîfeyê hatin bidûrxistin. Mizrakli destnîşan kir ku 31ê adarê gel dîsa vîna xwe bi dest xistiye û got, “Di pêvajoya hilbijartinê de tiştên sosret qewimîn. Li herêmê vîna hilbijêran hate manîpûlekirin û endezyariya hilbijartinê hate kirin. Ev bes nebû, piştî hilbijartinê bi destê YSKyê celebeka nû ya qayûmiyê hate pêkanîn û bi KHKya OHALê vîna gel hate destbiserkirin. Ne bes e, ji bo hibijartina Stenbolê şik hatin peydakirin û hate xwestin ku serkeftina vê derê bête bêîtibarkirin. Ne bes bû, kesê Kiliçdaroglu da ber kulman hate berdan. Helwesta dijî dayikên aştiyê jî li ber çavan e. Van pêkanînan di wijdana raya giştî û mirovahiyê de kuleke mezin vekir.”
Mizrakli di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên vê heyama dawîn û got, “Ev pêkanîn ji aliyê normên dewleta hiqûqê ve gelek bi xêr û bêr nîn in. Ligel her tiştî niha divê em bi berpirsyariyên xwe rabin û rêveberiyeke baş a herêmî pêk bînin û karên xwe li ser heqaniyetê bînin cî. Di nav civakê de gelek daxwaz hene, divê em bi wan rabin. Li vê derê sazûmaniyeke me ya xurt a sosyopolîtîk û sosyokultûrî heye ku gelek baş çavdêriyê dike û gelek xurt nîqaşan dike. Ev yek çavdêriyeka xwemalî li ser karûbarên tên kirin, dide kirin. Ligel vê toreka me ya xurt bo hevgirtinê heye. Her çendî em ji partiyên cihê bin jî, gava em tên cem hev li ser heman metirsiyan dikarin hev bigirin. Siyasîbûneke me ya xurt heye ku li ser binemayê çareserkirinê dixebite.”
