Tarîfeya nû ya xercên servîsên xwendekar û xebatkaran hat diyarkirin
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tarîfeya xercên servîsên xwendekar û xebatkaran ku di sala 2026-2027an de bê sepandin qebûl kir. Xercên servîsên xwendekaran li gorî mesafeya kurt û dirêj di navbera 2 hezar û 200 tewrî 3 hezar û 100 lîreyî de hat diyarkirin.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, daxwaza Serokatiya Odeya Esnafên Wesayîtên Servîsê ya Amedê ya derbarê xercên servîsên xwendekar û xebatkaran a sala 2026-2027an de kir biryar.
Nivîsa Serokatiya Şaredariyê ya Veguhastinê ya di 2'yê Tîrmeha 2026an de û rapora Komîsyona Veguhastinê ya di 13'yê Tebaxa 2026an de, di civîna Meclisa Şaredariyê ya ku di 13'yê Tebaxê de hat lidarxistin de hatin nirxandin.
Tarîfe bi berçavgirtina mesrefên aborî hat diyarkirin
Nivîsa Serokatiya Şaredariyê ya Veguhastinê, di civîna Meclisê ya di 13'yê Tîrmeha 2026an de ji bo lêkolînkirinê hatibû şandin ji Komîsyona Veguhastinê re. Komîsyonê daxwaza derbarê xercên servîsên xwendekar û xebatkaran de di navbera dîrokên 20-24'ê Tîrmehê de nirxand. Di lêkolîna ji aliyê Komîsyonê ve hat kirin de; geşedanên aborî, amortîsman û mesrefên parçeyên yedek ên wesayîtan, bihayan mazot û sotemeniyê û tarîfeyên li parêzgehên derdorê têne sepandin berçav hatin girtin. Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku buhayên heyî têrê nakin û sepandina tarîfeya nû guncaw hat dîtin.
Tarîfe hat qebûlkiirn
Daxwaz; di çarçoveya qanûna Şaredariya Bajarê Mezin a hejmar 5216, Qanûna Şaredariyê ya hejmar 5393 û hukmên têkildar ên Rêziknameya Xebatê ya Meclisa Şaredariyê de hat nirxandin. Tarîfeya ku ji aliyê Komîsyona Veguhastinê ve bi yekdengî guncaw hat dîtin, di Meclisê de hat dengdan. Di encama dengdanê de tarîfeya xercên servîsên xwendekar û xebatkaran a sala 2026-2027an hat qebûlkirin.
Xercên servîsên xwendekaran
· 0-3 KM: 2.200 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.000 TL)
· 3-6 KM: 2.300 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.100 TL)
· 6-9 KM: 2.500 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.200 TL)
· 9-12 KM: 2.650 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.300 TL)
· 12-15 KM: 2.800 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.400 TL)
· 15-18 KM: 2.950 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.500 TL)
· 18-21 KM: 3.100 TL (Bi daxistina xwişk/bira: 2.600 TL)
· Ji bo her KM'ya ku ji 21 KM'yê derbas dibe: 80 TL
Xercên servîsên xebatkaran
· 0-10 KM: 2.500 TL
· 10-20 KM: 3.200 TL
· Ji bo her KM'ya ku ji 20 KM'yê derbas dibe: 80 TL
