Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tedawî û sehbêriya 979 se û pisîkên tereke

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera nîsana 2019ê û tîrmeha 2019ê de 979 heywanên kuçeyan ku qeza kirine û birîndar bûne li Navenda Venêrîn û Rehabîlîtekirina Heywanan tedawî kirin, bi xebateke nû jî li 110 cihên bajêr qabên avê û xwerekê bo heywanan datîne û Navenda Sehbêriya Heywanan ji sertapê nû dike.

Navenda Sehbêrî û Rehabîlîtekirina Sewalan a bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera mehên nîsan û tîrmehê de 979 pisîk û kûçikên tereke yên li kuçe û kolanan venêrtin û tedawîya wan kir. Ji van 979 heywanan, 251ê wan hatin xesandin û paşê danîn cihê wan ê berê. Her weha aşîya qudûz û harbûnê li van sewalan hate kirin. 264 se û pisîkên pêdiviya wan bi sehbêriyê heyî jî li beşên cuda cuda hatin bicihkirin.

Navenda Sehbêrî û Rehabîlîtekirina Sewalan, di navbera nîsan û tîrmehê de 75 se û pisîkên tereke yên kuçeyan girtin û dan xwediyên xwe yên nû. Navend, bi 1 beyter, 2 beyterên tekniker, 20 xebatkarên alîkar û 4 wesayitan roj 24 saet di xizmetê de ye.

Navend, xwe nû dike û dê li 110 cihên bajêr qabên xwerek û avê bi cih bike. Navend, projeyên xwe bi Baroya Amedê û Federasyona HAYTAPê re dimeşîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan