Temellî bû mêvanê konê fitarê yê şaredariyê
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Deriyê Çiyê da û bi welatiyan re fitirîn.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli bûn mêvanê serdana konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Di serdanê de li Mizrakli û Temelli, Hevseroka DHPa Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik û parlamenter Remziye Tosun û Musa Farisogullari jî amade bûn.
Berî fitarê Temellî û Mizrakli welatiyên hatine bin konê fitarê silav kirin. Xelkê hevserok bi germî pêşwazî kirin û bi hev re fitara xwe kirin. Piştî fitarê, Temellî û Mizrakli ligel kesên pê re bi çepikan hatin verêkirin.
