Temelli û Mizrakli nasandina Rêbûsê kir
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, danasîna Projeya Otobûsa Geştê ya Amedê (Rêbûs) kir. Rêbûs bi mebesta gerandina welatiyan li şûnwarên dîrokî û turîstîk hatiye sazkirin.
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, danasîna Projeya Otobûsa Geştê ya Amedê (Rêbûs) kir. Rêbûs bi mebesta gerandina welatiyan li şûnwarên dîrokî û turîstîk hatiye sazkirin. Danasîna Rêbûsê bi geryana li bajêr dest pê kir û ligel Temelli û Mizrakli komek parlamenterên HDPê jî di geryanê de amade bûn.
Mizrakli û Temelli ligel şanda pê re li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin li Rêbûsê siwar bûn û heta Pira Dehderî geriyan, ji wir jî gera xwe heta Keleha Zerzevanê ya li navçeya Çinarê birin. Di geryana vir de der barê xebatên kolandinê de jî Mizrakli agahî ji rayedaran wergirtin.
Mizrakli der barê xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên di warê çandî de agahî dan û got, “Dîrokeke qedîm ya vê derê heye, di warê çandî, hunerî û taybetmendiya avasaziyê de xwedî rengîniyeke mezin e, bêguman gelek kes dê bixwazin van war û şûnwarên xweşik bibînin. Lewre jî xebateke weha ji bo vî bajarî giring bû. Bi vî awayî hem ev dewlemendiya hunerî ya bajêr dê baştir bête nasandin hem jî di serî de kesên li vî bajarî dijîn dê rehetir bikaribin li van deran bigerin û bibînin. Xebat bi vê mebestê hatin destpêkirin.”
‘Divê plansazîyek bê bipêşxistin’
Mizrakli der barê çawaniya seferên Rêbûsan de jî agahî dan û got, “Bi 4 Rêbûsan ve dê li Navsûran, bi 4 Rêbûsan ve jî dê bo şûnwarên mîna Weysel Qeranî, Sultan Şêxmûs, Gêlê, Pira Malabadê, Şikeftên Birqleyn û bi otobûsa du tebeqe jî bo Şikeftên Hîlarê û Keleha Zerzevanê sefer bêne pêkanîn.”
