Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Komîsyona Tespîta Zirarê ya Şaredariyê, li qada şewatê lêkolînên xwe temam kirin

Komîsyona Tespîta Zirarê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin, lêkolînên ku li herêmê der barê şewata ku di navbera Çinar û Şemrexê de derketibû, temam kir. Midûriyeta Îtfaiyeyê ji bo sedema şewata ku di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derket û di encamê

Komîsyona Tespîta Zirarê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin, lêkolînên ku li herêmê der barê şewata ku di navbera Çinar û Şemrexê de derketibû, temam kir.

Midûriyeta Îtfaiyeyê ji bo sedema şewata ku di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derket û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn bike û di nav wan de pispor jî heye Komîsyona Tespîta Zirarê ya ji 6 kesan pêk tê ava kir.

Li qada şewatê 3 rojan kontrol kirin

Komîsyona Tespîta Zirarê ya ku ji Midûrê Şaxa Îtfaiyê Selahattîn Zenger, Midûrê Perwerdeyê Îhsan Gezer, Midûrê Îtfayê Hasan Ugurlu û Seyfettin Salci, ji Midûriyeta Tenduristiyê Beytar Hasan Korkmaz û Endezyarê Çandiniyê Îlhan Başol ji Daîreya Park û Baxçeyê pêk tê, qada agir ji bo 3 rojan lêkolîn kirin.

Endamên komîsyonê yên ku qada ku şewat lê derket lêkolînan dikin, dê daneyên ku der barê sedema şewat û tespîta xisarê de bi dest xistine bi sazî û rêxistinên gel re parve bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan