Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Badminton a Şaredariyê xwe bo pêşbirkên navneteweyî amade dike

Tîma Badmînton a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarê me û herêma xwe di qada navneteweyîde temsîl bike bi hemû lez û beza xwe amadekariyên xwe didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo tevkariya pêşetina zarokên me bike û wan arasteyî sporê bike, di beş û warên cur bi cur de xebatên sportîf bê west û rawestan di tesîsên Şaredariya Bajarê Mezin de berdewam dike.

Rahênerên Badmîntonê yên Şaredariya Bajarê Mezin, ciwanên 9-10 salî ku di dersên xwe de zîrek in û jêhatî ne, ji bo ‘Şampîyonîya Tirkiyeyê ya 11 salîyan’ û ciwanên 15-20 salî yên desteng jî ji bo pêşbirkên Lîga 1 ya Badmîntonê Etapa 1ê’ ku dê 17-20ê îlonê li Enqereyê bi rê ve biçe amade dike. Antrenoran rahênana ewil li tesîsên Sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin bi encam da.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan