TMMOBê serdana Mizrakli kir
Serokê Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz ligel serekên şaxên Amedê seredana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Serokê TMMOBê Emîn Koramaz, Sekreterê Giştî yê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB a Amedê Dogan Hatun, Serokê Odeya Endezyarên makîneyan M. Emin Tumur, Serokê Odeya Endezyarên Xerîta û Kadastroyê Deniz Akdemîr, Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Samed Uçaman û Seroka Mîmarên Peyzajê Ayşegul Oruçkaptan serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Mizrakli mêvanên xwe li Navenda Çandê û Kongreyan pêşwazî kirin û ji ber seredana hevgirtinê spasiya wan kir. Serokê TMMOBê Emin Koramaz ser navê şandê axivî û ji ber kar û xizmetên Mizrakli serkeftin jê re xwest. Koramaz, bal kişand ku şaredarî barekî giran e û got ku TMMOB dê her dem bi Şaredariya Bajarê Mezin re be û pê re hevkariyê bike.
Piştî daxuyaniyeke kin Mizrakli, bi mêvanên xwe re hevdîtineke rûbirû pêk anî.
