Vê rojiyê 4 konên fitarê tên vedan
Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha rojî Remezanê de li çar navendan konê fitarê vedide, xebatên vedana konan bi dawî hatine û tê gotin ku dê 123 hezar û 500 kes di bin van konan de fitara xwe bikin.
Meha rojiyê 6ê hezîranê dest pê dike. Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha rojî Remezanê de li çar navendan konê fitarê vedide, xebatên vedana konan bi dawî hatine û tê gotin ku dê 123 hezar û 500 kes di bin van konan de fitara xwe bikin.
Li van 4 navendan hem ji bo kesên ku derfeta wan a fitarê tuneye, hem jî bo kesên di rê de mane di bin konan de 4 celeb xwarin tên amadekirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha rojî Remezanê de li çar navendan konê fitarê vedide. Konek li Meydana Şêx Seîd, yek li Parka Koşuyoluyê, yek li Bulvara Medîne ya Baglarê û ya din jî li Mêvanxaneya ku xizmên nexweşan lê dimînin tê vedan. Tê çaverêkirin ku di bin wan konan de çar celeb xwarin bên dayîn û 123 hezar û 500 kes bifitêrin.
Bo 7 hezar û 500 kesî paşîv tê amadekirin
Ligel konên fitarê di mêvanxaneya bi ser Xizmetên Civakî de jî ji bo nexweş û xizmên wan tevahiya rojî remezanê ligel fitarê paşîv jî tê dayîn. Rojane dused û pêncî kes, tevahiya rojiyê jî 7 hezar û 500 kes dê jê sûdê wergirin.
Bexş tên qebûlkirin
Hate daxuyandin ku tevahiya rojî Remezanê ji bo fitar û paşîvê bexş dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve bên qebûlkirin. Ji bo bexşê bang li welatiyên xêrxwaz hate kirin û hate gotin bo bexşan jî dikarin pêwendî gel van hejmaran 04122262297- 05494200521 bikin.
