Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Otobûsên DBB’ê di 8’ê Adarê de ji bo jinan belaş in

Li gorî biryara Şaredariya Bajarê Mezin aAmedê (DBB), di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, otobûsên şaredariyê yên ku li seranserê bajêr xizmetê didin, dê ji bo jinan belaş bin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, di veguhastina navbajêr de xebateke taybet ji bo jinan dide destpêkirin. Di çarçoveya biryara hatiye girtin de, di dîroka 8’ê Adarê de hemû otobûsên şaredariyê yên li Amedê, dê bêpere xizmetê bidin jinan. Bi vê sepanê tê armanckirin ku jin hêsantir beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê û jiyana civakî ya bajêr bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan