Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

“Vejîna li Sûrên Diyarbekir” xelat girt

Xebatên restorekirina edapa 1’ê ya li Sûrên Diyarbekirê ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin tê meşandin ji aliyê Yekitiya Bajarên Dîrokî (TKB) ve hate xelatkirin.

Piştî ku Walî Munîr Karaloglu hate ser kar şêniyên Diyarbekirê ji bo restorekirina Sûrên Diyarbekirê gelek daxwaz kirin, li ser vê Şaredariya Bajarê Mezin li ser Kelehên Diyarbekirê bi şiara “Vejîna Sûran” xebatên restorekirinê dan destpêkirin û niha ev xebat hêjayî xelatê hate dîtin.

Pêşbirka Çavlêkirina Projeyên Xwe û Parastina Mîrateya Çandî û Dîrokî ku her sal ji aliyê TKB’ê ve tê lidarxistin îsal 33 şaredarî, bi 33 pêkanînên xwe li ser hev bi 61 projeyan serlêdan jê re hate kirin.

Di encama nirxandina jûriyê de, Şaredariya Bajarê Mezin bi projeya xwe ya restorekirina Keleha Diyarbekirê hêjayî xelata “Domdariyê” hate dîtin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di 23’ê îlonê de xelata xwe li Stenbolê bi merasîmekê bistîne.

Hemû xebat bi baldarî tên kontrolkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, di 10’ê Tebaxa 2020’ê de dest bi xebatên restorekirina Sûrên Diyarbekirê kir û di qonaxa pêşîn de bircên Benûsen, Heftbira, Selçûqî, Deriyê Rihayê û Nûrê hatin restorekirin. Karê restorekirinê pir bi baldarî tê meşandin.

Xebatên restorekirinê ji aliyê Wezareta Çandê, Gerînendetiya Bîrdarî û Rolove ya Diyarbekirê, Parêzgeriya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin ve bi hevparî tên meşandin, çaksazî, çareserkirina kêmasiyên avahiyan, xurtkirina wan, li gorî pêdiviyên konservasyon û endezyarî tên meşandin.

Hemû xebatên tên kirin, ji aliyê Komîsyona Zanistê ya Wezareta Çand û Turîzmê ve demildest tê kontrolkirin û Desteya Şêwirmendiyê ku ji pisporan pêk tê bi baldarî xebatan dişopîne.

Kerese li gorî reseniya sûran tên bikaranîn

Di xebatê de nimûneyên kevir, kuç û xerca ji aliyê Gerînendetîya Bîrdarî û Rolove ya Diyarbekirê ve ji bircan hatiye hilgirtin hate analîzkirin.

Li gorî encamên analîzên laboratuvaran mîqtara xercê ku dê di çêkirina sûran de bê bikaranîn hate destnîşankirin.

Di restorasyonê de, kevirê bazalt, tuxle û xercê xweser tê bikaranîn û kemên sûran tên duristkirin. Li gorî encamên zanistî li gorî reseniya sûran kerese tê de tête bikaranîn.

Xebata belgekirinê hate kirin

Berî xebatên restorekirinê dest pê bikin bi fotokêşên xwedî şiyana dawerivandina zîrek û cîhazên şanekirina lazere, belgenameya sûrên dîrokî hate kirin.

li ser binemayê vê xebatê taybetiyên şûnewarî û endezyarî, rewşa fîzîkî ya Sûrên Diyarbekirê, ligel potansiyela kartêkeriyê û têkiliya wê ya bi bajêr û hawirdora wê re hate tespîtkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan