Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Venihêrtina kantînên dibistanan

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hay ji kelûpelên li kantînên dibistanan hebe da ku ziyanê nedin xwendekaran, kontrolên xwe didomîne.

Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin ligel ekîbên bi ser Midûrtiya Çandinî û Daristanan a Bajêr ji bo parastina tendurista welatiyan xebatên kontrolkirina dam û dezgehên firotinê didomînin. Bi vê mebestê, ekîbên navhatî kontrol bi ser kantînên dibistanan kirin.

Yekeya Kontrolê ya Zexîreyê a Seroaktîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi 3 ekîban kontrolên bi ser kantînên dibistanan dan destpêkirin û hemû dibistanên Peyasê kontrol kirin. Hate aşkerekirin ku ekîb dê van kontrolên xwe pey der pey li kantînên dibistanan ên navçeyên din jî bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan