Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu bi esnafan re

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di serdana Xana Weqifan û Sûka Pênîrfiroşan de daxuyand ku der barê kirinên bo Cadeya Gazîyê de ew ê rapirsînekê bikin û got ku ew ê xebatan li gorî vê bidin destpêkirin. Guzeloglu aşkere kir ku ew ê qata serî ya van çarsûyan bikin hêwana taştê da ku mêvan li ber dîmena Navsûran taştêya xwe bikin.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li navçeya Sûrê serdana Sûka Pênîrfiroşan û Xana Weqifan kir û bi esnafên vê derê re rûniştinek pêk anî.

Di serdana Sûka Pênîrfiroş û Xana Weqifan de ligel Walî Guzeloglu, Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, serekên jûran, Midûrê Herêmê yê Weqifan Metin Evsen û serekên daîreyan ên Şaredariya Bajarê Mezin amade bûn.

Di serdanê de Walî û şanda pê re bi esnafan re rûniştin û got ku ew ê sûk û çarsûyên Navsûran ji nû ve saz bikin. Ji bo vê ew ê rapirsînekê bi esnafan re bikin û wan dil heye, li qatên duyan ên dukanan xwaringeh û taştgehan ava bikin da ku mêvan, li ber dîmena Navsûran a dîrokî, xwraina xwe bixwin. Walî Guzeloglu, bi berfirehî behsa projeyan kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan