Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu, divê hilberîna çandiniyê zêde bibe

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya li ser Binemayê Çandiniyê ya Diyarbekirê bi xwediyên kargehan re hevdîtinek pêk anî û got, li bajêr potansîyeleka mezin a çandinî û sewalkariyê heye û got ku mebesta wan geşkirina hilberînê ye.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya li ser Binemayê Çandiniyê ya Diyarbekirê bi xwediyên kargehan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de pirsgirêkên dam û dezgehên çandiniyê hate axaftin û li gel Walî Guzeloglu, Serokê Odeya Bazinganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya, Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engin Yeşil, Serokê Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan a Şaredariya Bajarê Mezin Hikmet Guneş, Serokê Daîreya Esnafan Huseyin Paksoy û xwedanên dezgehan jî di kombûnê de amade bûn.

Berî civînê Walî Guzeloglu, li dezgeha birandinê ku demeke nêzik dê têkeve merîyetê gerîya û der barê zerengiya wê de agahî ji rayedaran wergirtin. Ajansa Geşedana Çandiniya Çolteriyê 5 milyon û 500 hezar TL piştgiriya vê dezgehê kiriye, Walî xwedanê dezgehê ji ber keda wan pîroz kirin û got hêvîdar im, ev dezgeh pêşengiya dezgehên din bike.

Di civînê de pirs û pirsgirêkên çandinyaran hatin axaftin û Walî Guzeloglu bal kişand ser projeyan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan