Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu li Bismilê bi xelk û esnafan re

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li navçeya Bîsmîlê hevdîtinek bi gel û esnafan re pêk anî û guhdariya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana xwe ya bo navçeyan berdewam dike. Walî Guzeloglu, serdana navçeya Bîsmîlê kir û li gel rûspîyên civakê, nûnerên saziyên civaka sîvîl, esnaf û welatiyan hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtin li Salona Konferansan a Lîseya Anadoluyê ya 15 Temmuz Şehitlerê hate lidarxistin, ligel Walî Guzeloglu, qeymaqamê Bîsmîlê Kerem Suleyman Yuksel, Cîgirê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Ahmet Naci Helvaci, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Pîşekarên Diyarbekirê Alican Ebedinoglu, serekên daîreyên şaredariya bajarê mezin, midûrên saziyên cemaweriyê, giregirên Bîsmîlê, rûsîpên civakê, nûnerên saziyêm civaka sîvîl û welatî di kombûnê de amade bûn.

Di civîna berfireh de der barê proje û xizmetguzariyê de Walî Guzeloglu axaftinek kir û beşdarên civînê daxwaz û kêşeyên navçeyê bi Walî re parve kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan