Walî Guzeloglu serdana esnafên Çermûgê kir
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di serdana navçeya Çermûgê de bi esnafan re hevdîtinek pêk anî.
Walî û Cîgirê Şaredarê Hasan Basrî Guzeloglu, li navçeya Çermûgê serdana esnafan kir. Guzeloglu di serdanê de bi esnafan re sohbet kir, bi welatiyan re xweşbêj kir. Li Qesra Hikûmetê ya Çermûgê hevdîtinek bi muxtar, rûspî û endamên saziyên civaka sîvîl re pêk anî û piştre serdana esnafan kir.
Guzeloglu, di temasên li Çermûgê de, şûna wesayitan, bi pêyan li nav xelkê gerîya û yeko yeko silav da welatiyên ser rêya xwe. Guzeloglu, li ser pê bi esnafan re sohbet kir û guhê xwe da pirsgirêkên wan. Esnafan kêfxweşiya xwe bi serdanê anîn ziman û spasiya Walî Guzeloglu kirin.
