Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu serdana Goristana Yenîkoyê kir

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, seredana Goristana Yenîkoyê kir û loqim, şekirê eqîde û gulav da welatiyan û sersaxî li wan kir.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, seredana Goristana Yenîkoyê kir. Di serdanê de li stanta ji aliyê Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ve hatiye danîn, rêzdar Guzeloglu luqim, şekirê eqîde û gulav îkramî welatiyan kir û sersaxî li wan da. Di serdana Walî Guzeloglu de Mifteyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayir û Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Mustafa Korkutan jî amade bûn.

Rêzdar Guzeloglu mizgeft, avahiya kargêriyê, wesayitên guhastina cenazeyan, xusilxane û şîngehên nava Goristanê seh kirin û der barê xizmetên vir de agahî ji rayedaran wergirtin. Guzeloglu, di serdanê de derdê welatiyan guhdar kir û bi wan re sohbet kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan