Walî Karaloglu 10 projeyên Şaredariyê dan destpêkirin
Ji bo 10 projeyên mîna Baxçeyê Millet, Şaneşîna Camî, Mala Zanînê, Bazara Semtê ya Sergirtî û Pengavên Avdanê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tene çêkirin û 65 milyon û 258 hezar û 581 lîre digire merasîma hîmdanînê hate lidarxistin.
- Walî Karaloglu:
- “Bi van projeyên binesaziyê re em Diyarbekirê dixin nav bajarên xwedî proje. Êdî vê bibînin. Heke nabînin jî qene lome nekin. ”
- “Evên ev 40 sal e siberoja vî bajarî didizin, heqê wan nîn e gazina ji me bikin. Ji kerema xwe nebin sîber wekî din em çi qencîyê ji we naxwazin.”
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, binaxeyê 10 projeyên mîna Baxçeyê Millet, Şaneşîna Camî, Mala Zanînê, Bazara Semtê ya Sergirtî û Pengavên Avdanê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tene çêkirin û 65 milyon û 258 hezar û 581 lîre digire, avêt.
Merasîma destpêkirina projeyan li Taxa Çarixlî ya Sûrê hate lidarxistin, Walî Karaloglu di merasîmê de got, “Heçî Diyarbekir e 12 hezar û 500 sal raboriya wê heye malovanî ji 33 şaristanîyan re kiriye û em hewl didin Diyarbekirê bikin bajarê herî pêşketî yê Tirkiye û cîhanê.”
Karaloglu diyar kir ku bi talîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û piştgiriya wezîran ew hewl didin asta şêniyên Diyarbekirê bilindtir bikin û got ku ev kar hemû bi destek û duayen xelkê Diyarbekirê têne meşandin.
Karaloglu bi bîr xist ku di 9’ê Tîrmehê de bi beşdariya Erdogan projeyên bi buhayê 2 milyar û 500 milyonî dane destpêkirin û got ku ew bi şev û bi şev dibezin ku rê, kuçe kolan, park û binesazî û seresaziya bajêr çêkin.
Karalgolu yek bi yek behsa projeyan kir û got ku ev kesên ev 40 sal e siberoja vî bajarî dizîne bila xwe bidin alî û got, “hey hûn tiştekî bixêr nakin nexwe xwe bidin alî, li ber me nebin kelem.”
