Walî Roja Muxtaran pîroz kir
Muxtarî xwedan raborîyeke kevin e heta salên 1829ê diçe, xeleka pêşîn a demokrasiyê ye, hemû saziyên dewletê temsîl dike.
Muxtarî kevirê enîşkê yê demokrasiya me ya xwecihî ye, bingehê xizmetguzariya bo welatiyên me ye. Gava pêdiviya welatiyên me bi dewletê dibe, ewil li deriyê muxtaran didin, muxtar her dem bi gelê me re ye.
Xizmetguzariya bo dewletê, mebesta sereke ya hemû yeke, sazî û dam û dezgehên dewletê ye. Muxtar bi tercîha milletê me hatine hilbijartin, kesên ji nava gel in û daxwazên gel bi awayê herî baş digihînin. Lewre muxtar dengê wijdana civakê ne.
Ji bo xizmetên cemawerî xweştir bigihêjin tax û gundan muxtar bi erk û wezîfeyên giring radibin, em bi vê boneyê 19ê Kewçêrê Roja Muxtaran pîroz dikin, muxtarên çûne ber rehma Xwedê bila Xwedê rehma xwe li wan bike, bo muxtarên ser kar jî qewetxweşî be.
