Wargeha xwendekarên keç 170 kesî werdigire
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên keç wargeha şevnişîn ava kir, 170 kes dikarin li wargehê şevewar bibin, wargehê dest bi xebatên xwe kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Ciwan û Sporê de Wargeha Xwendekarên Keç ava kir û niha jî wargehê dest bi xebatên xwe kir. Wargeha keçikan, li navçeya Baglarê ye, xwendekarên keç ku malbatên wan li derveyî bajêr in û nikarin jê re xanî bigirin, dihewîne û di wargeha şevnişîn de 170 keçik şevewar in.
Di wargehê de xwendekarên asta lîseyê werdigire û xwendekar li vê derê ji bo zanîngehê qezenc bikin dixebitin.
