Xebat li ser Sûlava Fîskaya dest pê kir
Waliyê Diyarbekirê Munir Karaloglu di dîdara ser tora civakî ya der barê navçeyan de mizgînî dabû ku dê Sûlava Fîskayayê dîsa bête şixulandin, piştre DÎSKÎyê zend û bend badan û li ser sûlavê dest bi xebata nûjenkirinê kir.
Waliyê Diyarbekirê Munir Karaloglu di dîdareka ser tora civakî ya der barê navçeya Yenîşehrê de aşkere kiribû ku dê Sûlava Fîskayayê dîsa bête şixulandin, piştre DÎSKÎyê zend û bend badan û li ser sûlavê dest bi xebata nûjenkirinê kir. Xebatên teknîkî li ser sûlava Fîskayayê dest pê kirin û Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê M. Firat Tutşî ligel xebatkarên teknîkê saxtî li sûlavê kirin.
Tutşî serdana Sûlava Fîskaya li navçeya Yenîşehrê kir û got ku ji bo Sûlav ji nû ve biherike û wek berê xuya bike wan xebat dane destpêkirin.
