Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên darêtina asfaltê didomin

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Bulvara Diclekentê ya ber bi Nexweşxaneya Lêkolînê ve ye xebatên çaksaziya asfaltkirinê dimeşîne.

Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirin û Çaksaziya Rêwbaran a Şaredariya Bajarê Mezin, rêyên bajêr ên ku xira bûne û zirar bi wan ketiye, ji nû ve çêdike. Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirin û Çaksaziya Rêwbaran, li ser Bulvara Diclekentê ya ber bi Nexweşxaneya Lêkolînê ve diçe, dest bi xebata çaksaziyê kir.

Xebat ji Rêya 75 Metrîyê heta Nexweşxaneya Lêkolînê bi herdu layenan hate destpêkirin û herdu aliyên rê asfalta germ tê darêtin. Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Veguhastinê piştî xebata asfaltkirinê bi dawî kir ji bo ewlehiya peya û şofêran dê xêzên trafîkê li van rêyan bikêşe.

Tê çaverêkirin ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirin û Çaksaziya Rêwbaran heta roja înê vê xebatê bi encam bike û paşê dê xebata çaksaziyê li ser kuçe û kolanên TOKÎ Uçkuyularê bide destpêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan