Xêzên rêyan tên nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ewlehiya siware û peyayan li rê û kuçeyên ku xêzên rê jê çûne, ji nû ve xebata boyaxkirina xêzan dike.
Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi ewlehiya siware û peyayan xebatên xwe bêrawestan didomîne. Serokatîya Daîreya Veguhastinê, xêzên rêyan ku jê çûne ji nû ve xêz dike.
Li ser rêyan karê xêzkêşanê bi Makîneya Xêzkêşanê tê meşandin, ev kar dema ku trafîk sist saetên êvarî tê kirin û ji bo xêzik xweşik xuya bikin jî boyaxa termoplastîk tê bikaranîn.
Ekîb, ew palikên ber dibistanan ji bo kivş bikin wan boyax dike û her weha ji bo herka trafîkê têk neçe, karê xêzkêşanê û boyaxkirinê li rawestgeh û parkgehan jî tê kirin.
