Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bingehê Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê hat danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Peyasê bingeha Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê ya ku dê piştgiriya geşepêdana civakî, çandî û pîşeyî ya jinan bike, avêt. Hevşaredar Serra Bucak, diyar kir ku ew ê bi vîzyona “Bajarê Jinan” belavkirina xizmetên jin-navend bidomînin û destnîşan kir ku ev navend dê bibe alîkarê xurtkirina jinan û mezinkirina wekheviya civakî.

Serokatiya Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Firatê ya navçeya Peyasê li ser qadeke 1105 metrekare torena danîna bingehê ya Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê pêk anî. Merasîma danîna bingehê bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, endamên Meclîsa DBB’ê, hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerin Turk û Aziz Ozdogan û serokên daîreyan hat lidarxistin.

Hevşaredar Bucak: Di hefteyeke watedar de em bingehê datînin

Hevşaredar Bucak di torenê de axivî û diyar kir ku ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ew di nav pêvajoyeke dijwar de ne; saziyên sivîl, rêveberiyên herêmî û saziyên jinan gelek çalakî û bername amade kirine. Bucak bal kişand ser ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê û girîngiya veguherîna vê têkoşînê ya ji bo têkoşîna jinan a birêxistinkirî. Bucak got ku ew pir kêfxweş û serbilind in ku bingeha Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê ya ku demek dirêj e xebatên wê yên binesaziyê didomin, di hefteyeke watedar de diavêjin.

‘Me Navenda Jiyanê ya Jinan a Çermûkê çalak kir’

Bucak bi bîr xist ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li Sûr, Lalebey, Ben û Sen, Quça, Yenîkoy û Çermûkê navendên jiyanê yên jinan hene û di demeke nêz de wan Navenda Jiyanê ya Jinan a Çermûkê jî çalak kiriye. Bucak wiha got: “Ev navendên me yên jiyana jinê, qadên pir girîng in ku piştî em hatin hilbijartin me bi lez ava kirin; me dest bi hilberîna nû, xebatên pîşeyî û xebatên hişmendiya zayendî ya jinan kir. Îro em ê bi hev re bingeha ya 7’emîn, Navenda Jiyanê ya Jinan a Mahabadê biavêjin.”

‘Navendên Jiyanê yên Jinan qadên girîng in’

Bucak destnîşan kir ku Navendên Jiyanê yên Jinan cihên perwerdeya pîşeyî û hişmendiya wekheviya zayendî ne û wiha dewam kir: “Me li Çermûkê avahiyeke aîdî şaredariya me çalak kir. Me pêvajoyên avakirinê qedandin. Me jinên li Çermûk û Erxeniyê dijîn li wir îstihdam kirin. Li wir em hewl didin têgihiştineke wusa bimeşînin ku qursên jinan, navenda şêwirmendiya jinan û ji ber ku navenda me ya li wir pir mezin e, ji bo ciwan û zarokan jî polîtîkayên civakî hilberînin.”

‘Em ê xizmetên jin-navend belav bikin’

Bucak diyar kir ku di pêvajoya qeyûm de bi hinceta veqetandina cîh û tedbîrên teserûfê ew ji qadên perwerde, hişmendiya civakî û xebatên jinan hatine bêparkirin û got: “Ji bo me pir girîng e ku em li kîjan taxê, di kîjan statûya civakî û aborî de çi dikin. Yanî xebatên ku xizaniyê ji holê rakin û nêrîneke wekhevpar li civakê serwer bikin, ji bo me pir girîng in. Lê carinan, mîna Navenda Jiyana Jinê ya Mahabadê ya li vir, em naxwazin vê qada aîdî Şaredariya Bajarê Mezin bi vî rengî bi tenê bihêlin. Lewma me hewcedarî dît ku em li vir fonksiyoneke wusa ava bikin. Bêguman sînorên navçeya me ya Peyasê pir fireh in. Em çiqas xizmetê bînin vir û bigihîjin jinan û jinên ciwan, dê ewqas watedar be.”

‘Me Amed wekî bajarê jinan îlan kir’

Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku wan Amed wekî “bajarê jinan” îlan kiriye û di çarçoveya vê vîzyonê de ew ê xizmetên xwe yên ji bo polîtîkayên jinan, têkoşîna jinan û hewcedariyên jinan bidomînin.

Bingehê navenda jiyanê hat avêtin

Piştî axaftinan, Bucak û şandeya pê re pê li bişkokê kirin û torena danîna bingehê pêk anîn.

Dê bibe navendeke pir-armancî

Di hundirê Navenda Jiyana Jinê ya Mahabadê de; kafeterya, odeya lîstika zarokan, odeya perwerdekar, odeya şêwirmendiya psîkolojîk, odeya koordînator, qada fûaye û pêşangehê, sînemaya piçûk, pola peykeran, pola wênekêşiyê, pola resimê, salona dansê û salona fîtnesê dê hebin. Tê plankirin ku Navenda Jiyana Jinê di nav 4 mehan de were qedandin û ji bo xizmetê were vekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan