Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zabite raçaviya peyarêkan dike

Serokatîya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rêlibergirtina dagirkirina peyarêkan ji aliyê kargehan ve, xwedanên otomobîl û motorsîkletên li ber rampeyên astengdaran hatine parkirin, hişyar kirin.

Serokatîya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin bê rawestan xebatên xwe bo bajarekî biserobertir didomîne, ji bo xwediyên kargehan peyarêkan dagir nekin raçaviya xwe zêde kir. Ekîban, raçavî li ser rêya balafirgehê kir û malên ticarî, flama û tabelayên dîmena rêgehên kirêt dikin dan rakirin. Xwedanên wesayitên li ber rampeya astengdaran par kirine hişyar kirin

Ekîban, xwedanên kargehan ku peyarêk dagir kirine hişyar kirin û ji wan re got ku ev kirina wan derveyî rêziknameya şaredariyê ye û ji wan re hate gotin heke vê kirina xwe bernedin dema pêş dê ceza li wana were birrîn. Ekîbên zabiteyê, xwedanên motorsîklet û otomobîlên ku li ber rampeya astengdaran park kirine, hişyar kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan