Zabiteyan kontrol ser teqemeniyan kir
Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê kontrolên xwe zêde kirin û li dukan û marketan boneya teqemeniyan kontrol pêk anîn û hişyarî kirin ku van madeyan nefiroşin.
Ekîbên bi ser Serokatîya Daireya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kontrolên xwe bo ser kargehên madeyên teqemenî difiroşin şidandin. Ekîban berî Cejna Qurbanê kontrolên xwe zêde kirin û hişyarî li kargehan kirin ku madeyên teqemenî yên bo zarokan nefiroşin.
Serokatîya Daîreya Zabiteyan der barê mijarê de daxuyand ku kontrolên wan bi awayekî şidayî didomin û dê tevahiya cejnê jî bidomin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gilîyên welatiyan tên berçavgirtin û ji welatiyan hate xwestin ku tiştek bûbe dikarin bi “Alo 153’ bi wan re pêwendiyê deynin.
