Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zabiteyên Şaredariyê wesayitên xurde seh kirin

Serokatiya Daîreya Zabite ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Sîteya Pîşesaziya 3yan, wesayitên xurde yên bi kêr nayên seh kirin û ew kişandin otoparka Yedîemînê.

Serokatiya Daîreya Zabite ya Şaredariya Bajarê Mezin, li ser biryara UKOME ya der barê qirêjiya bergehî de, li Sîteya Pîşesaziya 3yan, wesayitên xurde yên bi kêr nayên seh kirin û ew kişandin ptoparka Yedîemînê

Ekîbên zabiteya Şaredariyê, bi ekîbên midûrtiya şaxa kontrolkirinê ya Midûrtiya Asayîşa Bajêr re li Sîteya Pîşesaziya 3yan a li ser rêya Rihayê, ji bo hilandina wesayitên xurde yên esnafan hişyarî kirin. Esnafan erebeyên xwe yên xurde rakirin, erebeyên xurde yên bê xwedan jî ji aliyê ekîbên zabiteyê ve hatin hilandin û ji bo otoparka Yedîemînê hatin veguhastin. Bi vî awayî kirêtiya dîmenî ya ji xurdeyan dihate pê, nema.

Rêveberên Sîteya Pîşesaziya 3yan û esnafên wê, ji ber ku xurde hilandine, malavahî li zabite û rayedariya şaredariya bajarê mezin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan